Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît destnîşan kir ku desthilatdarî hewl dide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji demê re bihêle û got, “Divê her kes baş bizane ku di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne.”

NIRXANDINA HÊLÎN UMÎT

Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît di bernameya taybet de ya ku li ser televîzyona Medya Haber hate weşandin, axivî. Umît têkildarî tiştên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin nirxandin kir û bal kişand ser bandora hevdîtinên NATO’yê ya li ser Tirkiyeyê.

Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê Alî Haydar Kaytan ê ku 3’yê Tîrmeha 2018’an şehîd bû, bi bîr anî û anî ziman ku şehîd Alî Haydar Kaytan şoreşgereke ku cihê wî nayê dagirtin.

Umît bi bîr xist ku li dijî êşkence û zextên dewleta Tirk ên li zindana Amedê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz berxwedana 14’ê Tîrmehê dan destpêkirin ku nîv sedsale mohra xwe li dîrokê xistiye.

Umît baş kişand ser rewşa niha ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku 27’ê Sibata 2025’an destpê kir û destnîşan kir ku eger di pêvajoyê de pêşketin çêbibin, ev encex bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe. Umît anî ziman ku desthilatdarî bi taybetî peyamên ku pêvajo bêpirsgirêk dimeşe, dide û destnîşan kir ku ev xapandinek e.

Umît diyar kir ku di destpêka pêvajoyê de wan tasfiyegeriya di nêzîkatiyên dewleta Tirk de dît û got, “Ji bo meşîna vê pêvajoyê, me çend tedbîr girtin. Ji destpêka pêvajoyê ve hemû gavên ku em bavêjin, me girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir. Me girêdayî wê şertê kir ku Rêber Apo vê pêvajoyê bi rêve bibe û di bin berpirsyariya wî de bimeşe. Ev dewam dike. Di vî warî de eger gav bên avêtin, pêşketin çêbibin, aliyê hember di nava hin bendewariyan de be, eger dixwazin pêvajoya çekdanînê bidome divê her kes baş bizane ku ev rewş girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Ji dervey wî ti kes din nikare gaveke cuda bi me bide avêtin.”

Nirxandina Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît bi vî rengî ye:

Destpêkê em bi hevrêyê Rêber Apo heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) destpê bikin. Weke yek ji hevalên ku li cem wî mayî, hûn dikarin behsa derwêşê çiyayan û heqîqetê heval Fuat bikin?

Ez destpêkê ji Rêber Apo re hezkirin, rêzdarî û hesreta xwe diyar dikim. Nêzî 50 roj in hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin. Car din Rêber Apo xistin nava sîstema tecrîdê. Niha têkildarî pirsa we, min ji xwe pirs kir ku eger heval Fuat ba wê ev rewş çawa nirxandiba. Bi rastî jî wê qiyamet rakirba. Pir bi hêrs biba. Wê gotiba, li dijî pêkanînên wiha divê çalakî û protestoyên herî bi bandor bên lidarxistin. Ez wiha bêjim; rêya min û heval Fuat timî rastî hev hat, gelek caran me li heman qadê xebat meşand. Cara ewilî min ew sala 95’an nas kir. Wê demê li qada Rêbertî bû. Ji qada Rêbertî dihat welêt. Piştre, piştî salên 2000’ê ez bi heval Fuat re mam. Ji bo min pir girîng bû. Bi rastî jî tişta ku min di heval Fuat de dîtî, bi taybetî piştî sala 2000’an ez dixwazim vê îfade bikim, li dijî komploya navneteweyî timî di nava nêrîneke rexnedayînê de bû.

Heval Fuat her tim ji esareta Rêbertî pir şerm dikir. Ev rastî ti carî qebûl nekir. Ez dikarim bêjim ku hemû jiyana xwe ji bo fêmkirina Rêber Apo, eşkerekirina heqîqetên Rêber Apo, li her derê dîtina wî, li wî bigere û wî bibîne derbas kir. Taybetmendiya herî esas a heval Fuat, têkiliya wî ya bi Rêber Apo re ye. Dema we ev pirs kir, min yekser wiha fikirî; bi rastî jî ji bo vegotina heval Fuat divê mirov Rêber Apo fêm bike. Lewma mijareke zehmet e. Hûn dizanin ku em li pêşberî rastiya Rêber Apo ji bo fêmkirinê di nava hewldaneke mezin de ne, lêhêrbûna me her tim heye, her tim hebû. Lê belê ji bo fêmkirina Rêbertî, li gorî wî milîtanbûyîn û li gorî wî bibin mirovên azad, pirsgirêkên me hene. Em di rewşa rexnedayînê de ne. Dema ez di vî alî de lêdinêrim, ez dikarim bêjim ku fêmkirina heval Fuat, vegotina wî, behsa têkiliya wî ya bi Rêber Apo re kirin, fêmkirina nêzîkatiya Rêber Apo ya li hemberî wî, ji vir derbas dibe.

Em çiqasê rastiya Rêbertî rast fêm bikin, em hingê dikarin wate bidin rastiya şehîdê xwe yê mezin heval Fuat û hemû şehîdên me yên din. Ji ber ku ya ev rastiya şehîdan derxistî holê, sekna hevrêtiya Rêber Apo ye. Sekna hevrêtiyê ya Rêber Apo destpêkê Qlana Apo ava kir, qonaxa komê ava kir, ev qlan mezin bû, niha hate qonaxa netewa demokratîk. Û rastiya wî ya şehadetê jî bû haveynê esas ê vê yekê. Ez dikarim wê bêjim. Dîsa ji bo heval Fuat ez dikarim bêjim ku, ji destpêka meha Tîrmehê ve di bernameyên cur be cur de, bi wesîleyên cur be cur kadroyên pêşeng ên tevgera me, hevalên ku heval Fuat nas dikin, behsa wî kirin û bîranîn çêbûn. Têkildarî vê yekê, ji destpêka meha Tîrmehê ve nêzîkatiyeke me ya ku heval Fuat di rojeva me de digire, heye. Lê belê ev tenê beşekî biçûk ê ya tê xuyakirin e. Evane ji raya giştî re tên kirin, lê heval Fuat di her kêliya jiyana me de ye.

TI HEVAL NÎNE KU HEVAL FUAT BANDOR LÊ NEKIRIYE

Ez dikarim vê bêjim, ti heval nîne ku heval Fuat bandor lê nekiriye. Ti bûyer û têgeh nîne ku li ser neaxivî. Di nîqaşkirina mijarên herî stratejîk de jî, we heval Fuat didît. Ji ber ku yek ji hevalên ewilî yên tevgera me bû, timî bi wê zanebûna berpirsyariya bilind her tim li pêş meşiya û li pêşiya her tiştî bû. Di heman demê de em behsa hevalekî welê dikin ku dema li hûrgûliyeke jiyanê digeriya, dema bi hevalek nû beşdar bûyî re eleqeder dibû, bi rastî jî wisa bi tempoyeke bilind di her kêliya jiyanê de bû. Kesayeta heval Fuat bi rastî jî pir dilnizm bû. Ji her beşê heval, hevalê gundî, hevalekî bûrjûwaya  biçûk, weke ref hevalekî ayîdê ciheke din, hevalekî ji Tirkiyeyê, hevalekî Ermenî, hevalê Kurd. Em behsa hevalekî welê dikin ku dizanî bi hemû hevalan re têkilî deyne, parvekirin ava dikir, hevrêtî dikir û mînaka vê ava dikir. Rêbertî wiha dibêje, ez di nava wekheviyan de ji bo xizmetê yekemîn im.

Rêber Apo bi vê nirxandina xwe re beriya bi salan got, PKK, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê weke civakeke wekheviyan ava kir. Û Niha piştî pêvajo pêş ket jî, perspektîfên wî yên di vî alî de hene, nirxandinên wî hene, Rêbertî dibêje, em civaka wekheviyan e, em ji bo xizmetê yekemîn in, ya ku derkeve pêş, bibe otorite, destpêkê çêbibe pîvana xizmetê ye. Eger ez şaş nebim di salên 90’î de Rêbertî ev hevok bi rojnamevanekî ku ji derve hatibû re, anîbû ziman. Heval Fuat di nava wekheviyan de ji bo xizmetê yekemîn bû, hestê wekheviyê û hevrêtiya komînal bi rengekî herî zêde jiyan kir û da jiyankirin, ev yek nîşan da.

Ji bo min tişta herî balkêş a di kesayeta heval Fuat de, timî di rojeva wî de pirsa ‘çawa bijî?’ hebû. Pirsa divê çawa bijî, timî ji xwe pirs dikir û ev bi derdora xwe jî da hîskirin, di vî warî de lêpirsîn dikir, hin xisûsên ku em normal û jirêzê dibînin, wî nîşan dida ku çiqasê xeterî heye, hevalekî welê bû ku refleksên wî yên îdeolojîk û pîvanên wî pir bilind bûn. Aliyekî heval Fuat ê wiha jî hebû; jixwe kesayeteke wî ya siyasî û leşkerî hebû, di holeke wiha de şêwe girt. Dema ku li Kurdistanê komên leşkerî yên ewilî ava bûn, yek ji hevalên ku sala 1982’yan bi komên gerîla yên hatîn Kurdistanê re eleqeder bû. Lê ji vê wêdetir kesekî zane û fîlozof bû. Ez dikarim heval Fuat ji vî alî ve jî pênase bikim ku xwedî gelek aliyên balkêş bû.

HETA KU HEVRÊTIYÊN MEZIN NEYÊN AVAKIRIN, DOZEKE AZADIYÊ YA WIHA NAYÊ MEŞANDIN

Min di destpêkê de jî got, têkiliyên heval Fuat û Rêbertî bi rastî jî pir girîng bûn. Min timî hewl da wê têkiliyê danasîn bikin. Heval Fuat çawa nêzî Rêbertî dibe? Bi rastî jî çawa tevlî dibe? Ji bo Rêbertî heval Fuat çi wateyê îfade dike? Em vê dizanin, Rêbertî timî hewl da ku ew kesayeta dilsoz a heval Fuat, kelecana wî û hezkirina wî ya ji bo azadiyê, li ser piyan bihêle. Weke hevrêyê wî yê destpêkê jî ji bo zû şehîd nebe, pir tedbîrên taybet girtin. Min di vê têkiliyê de dît ku, heval Fuat di nêzîkatiya xwe ya bi Rêbertî re de timî li vê digeriya ku ji ezezîtiyên xwe derkeve û bi rengekî tam tevlî rastiya Rêbertî bibe, bi wê rastiyê re bihele û pê re bibe yek. Ev lêgerîna esas a heval Fuat bû.

Ez vê têgehê encex dikarim bi têgeha eşqê vebêjim. Heval Fuat evîndarê Rêbertî bû. Helbet divê mirov vê têgeha eşqê bi hestên sixte ya mîna di roja me de hundirê wê hatî valakirin re, tevilhev neke. Ya ku ez behs dikim, hestekî pir mezin e. Helîna di heqîqetê de û xwe bi heqîqetê re kirina yek. Vê yekê bi rastî jî di kesayeta heval Fuat de weke rastiyeke pir eşkere û kelecanê diafirîne, xwe nîşan da. Weke kes dema ku min tevlîbûna ji bo rastiya Rêbertî û mijarên tevlîbûna rast lêpirsîn dikir, herî zêde min hewl da li ser vê têgehê lêhêrbûn bikim. Ji ber ku têkoşîneke wiha mezin, dozeke wiha pîroz û meşeke azadiyê ya wiha bêeşq nabe. Hestên mezin bêyî bawerî û daxwazên mezin nabe. Heta ku hevrêtiyên mezin neyên avakirin, dozeke azadiyê ya wiha nayê meşandin. Di navbera heval Fuat û Rêbertî de hevrêtiyeke wiha mezin hebû.

HEVAL FUAT HEVALEKÎ KU CIHÊ WÎ NAYÊ DAGIRTIN E

Herî dawî ez behsa mijareke din jî bikim, helbet pir taybetmendiyên wî hene, lê hevalên din jî behs kirin. Ez dixwazim nêzîkatiya heval Fuat a ji bo jinan, binirxînim. Piştî sala 2000’an, piştî esareta Rêbertî ya bi Komploya Navneteweyî heval Fuat kûrahiya di xeta azadiyê ya jinan a ji aliyê Rêbertî ve hatî afirandin de, dît û ji bo ev ti carî paş nekeve, bi xwe re di nava têkoşînê de bû. Li derdora xwe li dijî nêzîkatiyên desthilatdar ên mêr, timî li cem jinan disekinî, hewl dida bi jinan re bimeşe, dixwest bi jinan re bibe hevrê. Binêrin ev tiştekî pir hêsan nîne. Qalibên mêrê desthilatdar şkandin û bi jinan re bûyîna hevrêyekî rast, evqas hêsan nîne. Nakokiya jin û mêr, di dîrokê de pir kûr e, jixwe niha Rêbertî bi Manîfestoya xwe rastiya kastîk katîl nîşan da.

Xwe ji vê yekê rizgar kirin û wisa mîna însanekî nêzî jinê bûyîn, mîna hevrêyekî nêzî jinê bûyîn, bi jinê re bûyîna hevrê çalakiyeke pir mezin e. Ez dikarim vê bêjim, me di heval Fuat de ev çalakî pir dît. Ji bo mêrtiya ku di kesayeta wî de hatî avakirin bikuje pir têkoşiya û ev yek tenê bi xwe re jî sînordar nehişt, li her derê temsîla vê yekê kir. Ji wî alî ve, hevrêyekî mezin ê tevgera jinê şehîd bûye. Dema ez li ser rastiya heval Fuat lêhêrbûn dikim, bi taybetî dema li ser pirsgirêka azadiyê lêhêrbûn dikim dixwazim ji mêrên ciwan, hevrêyên mêr ên ciwan re diyar bikim ku ji bo bi jinê re bibin hevrê divê têbikoşin. Ev mijareke pir girîng e.

Helbesteke Rêbertî hebû, helbesta 8’ê Adarê. Di wê helbesta 8’ê Adarê de Rêber dibêje ku ji bo ez astengiyên di navbera xwe û te de hilweşînim, ez mecbur bûm kul i dijî şaristaniyê derkevim. Ev tê wê wateyê ku bi jinê re bûye hevrê, li dijî sîstema desthilatdariya mêr rabûye, li dijî wê sîstemê têkoşiyaye û pîvanên xwe yên azadiyê ava kiriye. Di vî warî de di nava tevgera me de ji bo pêşketina têkiliyên azad, keda heval Fuat pir mezin e. Em li ser vê esasê wî bi hezkirin, rêzdarî, minet û hesret bi bîr tînin. Em valatiya heval Fuat pir hîs dikin. Hevalê Fuat hebûya jî wê bi wî rengî bûya. Dema hevalê Fuat hebû, ti mijar tine bû ku me nedigot bi vî rengî tê nirxandin. Hevalekî ku cihê wî nayê tejîkirin e.

Dewam dike…